Holmes li Konferansa CHPê axivî: PYD nûnertiya gelên Sûriyê dike
PeyamaKurd – Nivîskara jin Amy Austin Holmes ku doh 28ê Îlonê beşdarî Konferansa CHPê ya Navdewletî ya Sûriyê kir, di axaftina xwe de piştgirî da PYD û Rêveberiya Xweser a Rojava.
Holmes PYD û hêzên leşkerî yên ligel wê kar dikin, (HSD/YPG/YPJ) wekî hêzeke aştiyê pênase kir û got, “PYD ne hêzeke ku giraniya wê Kurd in êdî. Ji sedî 60ê wê pêkhateyên ereb in. Kurd, Suryanî, Êzidî, Xrîstiyan û Tirkmen hene. Yanî nûnerê gelên Sûriyê ye û di nav xwe pêkhateyên curbecur vedihewîne.”
Axaftina ku Holmes piştgiriyê dide PYDê ji doh ve li ser medya civakî rastî bertekên tund tê ku Tirkiye PYD/YPGê wekî rêxistin û partiyeke terorî pênase dike.
Herwiha wêneyên Holmesê yên ligel şervanên YPG û YPJê li ser medya civakî hatin belavkirin ku wek nîşaneya piştgiriya wê bo YPG/YPJ hatin nîşandan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin