Mesrûr Barzanî di Konferansa Bazirganî ya Kurdistan-Amerîka de axivî

23 November 2020 20:40 0 dîtin
Mesrûr Barzanî di Konferansa Bazirganî ya Kurdistan-Amerîka de axivî

PeyamaKurd – Konferansa salane ya bazirganî ya veberhênana piştî pandemiya Covid-19 ku di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de birêve diçe dest pê kir.

Di konferansê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman jî beşdarî kirin.

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de, bal kişand ser ku ew dixwazin bi civaka navdewletî re pêwendiyên bihêz ava bikin û got, me di hemû sektoran de ji bo hatina bazirganan derfet pêk anîne.

Serokwezîr Barzanî diyar kir, ‘Herêma Kurdistanê xwedî pêgehekê ye ku di sektora çandiniyê de li seranserê Iraqê dikare bibe navend.. Em dixwazin ji bo veberhênanê zêdetir derfetan pêk bînin.”

Di konferansê de, Serokê Konseya Kar a Amerîka-Iraqê Steve Lutes jî bal kişand ser ku ew dixwazin veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.

Cîgirê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka Mark Menezes di axaftina xwe de destnîşan kir, “Divê Iraq û Herêma kurdistanî ji pêşxistin û berfirehkirina bazara enerjiyê de pêşiya xwe bibîne. Em ê rê ji wan re vekin.”