Mesrûr Barzanî bi sanda bazirganî ya Amerîka-Kurdistanê re civiya

08 March 2022 19:35 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi sanda bazirganî ya Amerîka-Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Adarê bi şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê û nûnerên hejmarek kompaniyên Amerîkî re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê da xuyakirin: “Di destpêka civînê de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman kurteyek derbarê armaca serdana şanda bazirganî pêşkêş kir, ku bi hemahengiya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê û Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê hat lidarxistin û ji nûnerên 12 kompaniyên cuda yên Amerîkayê yên warên pîşesaziya xurek, enerjî, teknolojî û niştecîbûnê pêk hatibû.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Me bal kişand ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cur bi cur de, ku armanca me ya sereke hemecûrkirina çavkaniyên dahat û avakirina jêrxaneke bihêz a aboriyê ye li Herêma Kurdistanê.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Me amej bi pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal kir û tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê kir. Herwiha me cardin anî ziman ku biryara Dadgeha Bilind a Federal a li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê, biryareke nedestûrî ye û binpêkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ye û di berjewendiya xelkê Iraqê de jî nîne. Loma em bi ti awayî dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin, di heman demê de berdewam dibin di gotûbêj û danûstandinên ligel hikûmeta federal de ji bo gihîştina çareseriyeke bingehîn û destûrî ji bo kêşeyan.”

Hat diyarkirin ku di dawiya civînê de nûnerên kompaniyên Amerîkî, zanyariyên li ser kar û bernameyên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê pêşkêş kirine.