'HSD bi Rûsya û nûnerên rejîma Sûriyê re dicive'

20 December 2020 19:11 0 dîtin
'HSD bi Rûsya û nûnerên rejîma Sûriyê re dicive'

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), artêşa Rûsya û artêşa rejîma Sûriyê li ser mijara çarenivîsa bajaroka Eyn Îsayê ku rûbirû êrîşên artêşa Tirkiye û komên çekdar dibe bicivin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, rêveberiya HSDê û artêşa Rûsyayê bi amadebûna nûnerê rejîma Sûriyê îro 20ê Kanûnê dicivin.

Beriya niha Rûsyayê daxwaz ji HSDê kiribû ji bo nehiştina gefên Tirkiyê, Eyn Îsayê radestî wan bikin û piştre bixin jêr kontrola rêveberiya Şamê, lê HSDê ew yek qebûl nekiribû.

Li aliyê din Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel li ser îdiayên ku dibêjin, HSD û Rûsyayê di peymana 9ê Cotmehê ji bo radestkirina Eyn Îsayê bo rejîmê li hev kirine ragihand: “Tiştekî wiha nîn e. Heke tiştekî bi vî rengî hebûya, me yê bi awayekî fermî ragihandiba.”