HSD: Me ji bo rûbirûbûna Tirkiyê hemû tedbîrên leskerî girtine
PeyamaKurd – Rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li hember gefên operasyonê yên Tirkiyê dibêjin, ew dê berevaniya xwe bikin, lê welatî jî ji ber van gefan metirsîdar in.
Berpirsê Encûmena Leşkerî ya Serê Kaniyê, Îmad Serê Kaniyê ji K24ê re got: “Me her tedbîreke leşkerî girtiye û çi êrîşa bi ser me ve were, em ê bersiveke xurt û tund bidin wan. Yan şehîdbûn ji me tevan re ye, yan serkeftin ji me tevan re ye.”
Li demeke ku gefên Tirkiyê gihiştine asta destwerdaneke leşkerî, guftûgoyên Amerîka-Tirkiyê jî li ser avakirina herêma ewle dewam dikin, lê heta niha ti lihevkirineke berçav çênebûye.
Tirkiyê dibêje eger lihevkirin li ser devera aram çêbibe yan na, dê êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê bike. HSD jî dibêje ku avakirina devereke aram divê di bin kontrol û çavdêriyeke navdewletî be bêyî hebûna Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin