HSD: Servanên me 23 dîlên din ji destê DAISê rizgar kirin
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir, di berdewamiya operasyonên wan ên li bajarê Hesekê de, hêzên wan 23 dîlên din ji destê DAIŞê rizgar kirine.
Li nav girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, şer û pevçûn di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de berdewam e û HSD dide zanîn, hejmarek dîlên din ji aliyê şervanan ve hatine rizgarkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro di daxuyaniyekê de eşkere kir ku şervanên wan di du operasyonên cuda de 23 dîlên din li nav Zindana Sinaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirine.
Di daxuyaniya HSDê de tê destnîşankirin: “Di operasyonên ewlehî û leşkerî de ku hêzên me sibeha roja Sêşemê pêk anîn, 6 karmendên girtîgehê ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dîlgirtin, hatin rizgarkirin. Di operasyonek din ên di saet 22:00 şevê de, hêzên me 17 dîlgirtiyên din rizgar kirin. Bi vê yekê hejmara dîlgirtiyên ku hêzên me ji sibehê ve rizgar kirine bo 23 kesan bilind bû.”
HSDê herwiha diyar kiriye ku ew dîl “di encama operasyona li hûndirê zindana Xiweranê de” hatin rizgarkirin û tekez kiriye, “operasyonên lêgerîn û ewlehiyê yên hêzên me di girtîgehê de berdewam in.”
Pêştir jî 9 dîl ji destê çekdarên DAIŞê hatibûn rizgarkirin ku li gor HSDê ew 9 kes karmendên Girtîgeha Sinaa ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin