HSD Til Temirê radestî hêzên Rûsî dike û Tirkiye heta Serêkaniyê vedikise
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li gor rêkeftina Rûsya û hikumeta Sûriyê, bajaroka Tel Temir radestî hêzên Rûsya dike.
Li gorî ragihandina Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), wê rêkeftinê hêzên Rûsya û hikumeta Sûriye li bajaroka Tel Temir dê belav bibin û hêzên Tirkiye û komên çekdar jî ji derdora Til Temirê heta sînorê Serêkaniyê vekişin.
Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) perwiha ragihand ku nêzîkî 15 wesayîtên leşkerî yên Rûsyayê ji Helebê çûne Qamişlo û li balafirxaneya Qamişlo hatine bicihkirin ku 100 leşker jî di nav de hene.
Hêjayî gotinê ye, piştî vekişîna Amerîka ji hin herêmên Rojavayê Kurdistanê, Rûsyayê jî li şûna wan bingehên leşkerî danîbûn ku dixwaze li Qamişlo jî baregehekê ava bike û roja Pêncşema borî jî hejmarek helîkopter şandibûn balafirxaneya Qamişloyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin