Hêzên Rûsî li Til Temirê xaleke leskerî ava dikin

19 December 2019 15:40 0 dîtin
Hêzên Rûsî li Til Temirê xaleke leskerî ava dikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajaroka Til Temir a ku şêniyên wê piranî xrîstiyanên Aşûrî ne û rastî êrîşên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê tê, hêzên Rûsî xaleke leşkerî ava dikin.

Hat diyarkirin ku ew xala leşkerî ji bo çavdêriya agirbestê û belavbûna hêzên rêjîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê ye.

Fermandarê Hêzên Asayişê yên Aşûrî yên ser bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn Robêr Eyo ji ajanseke opozîsyona Sûriyê re ragihand, li gor rêkeftina bi HSDê re, hêzên Rûsî ji 20 rojan ve kar li ser danîna xaleke serbazî li derdora bajarê Til Temirê dikin.

Rober Eyo diyar kir, 25 otombîlên leşkerî û 80 leşker û fermandarekî Rûsî gihîştine wê xala Rûsî ya nû ku li derdora Til Temirê tê danîn.