Tirkiyê li Helebê xala dawî ya leskerî bi nezareta hêzên rûsî vala kir

30 December 2020 18:39 0 dîtin
Tirkiyê li Helebê xala dawî ya leskerî bi nezareta hêzên rûsî vala kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê ji xala xwe ya dawî ya leşkerî ku li herêma Tel el-Ehbar a Helebê bû vekişiya.

Hat diyarkirin ku Tirkiyê xala çavdêriyê ya li bakurê rojavayê Helebê ku xala wê ya dawî ya leşkerî bû li herêmê vala kir û radestî hêzên rejîma Sûriyê kir.

Hat zanîn ku di karwana ji xala çavdêriyê derket de 20 wesayîtên leşkerî hebûn.

Li gorî ajansa rûsî Sputnikê dema vekişînê polîsê leşkerî yê rûsî nezareta wan hêzên tirk kirine ku hêzên rûsî li başûrê rojhilatê Idlibê jî rastî êrîşeke komên cîhadî hatine.