Hêzên Rûsî li Til Temirê bicîh bûn

20 December 2019 22:34 0 dîtin
Hêzên Rûsî li Til Temirê bicîh bûn

PeyamaKurd- Rûsya sehayên ku bandora xwe lê bimeşîne her diçe fireh dike. Polîsên leşkerî yên Rûsya li bajarê Hesîçayê, li navçeya Til Temirê ku di destê HSD ê de ye, bicîh bû û li wê derê li ser rêya M4 ê bo çûnûhata xelkê ciyê çavdêriyê û kontrolê danî.

Li gor ragihandina xelkê cîh,70-80 polîsên leşker yên Rûsyayê bi techîzadên xwe ve, li baregeheka bi serê xwe bicîh bûn. Li Til Temirê jimareyeka kêm leşkerên rejîmê jî hene.

Hêzên rûsyayê niha li Munbiç, Aynularab, Reqaa û Hasekê de herî kêm 10 baregehên wan hene.