HSDê 2 çekdarên Sultan Murad girt
PeyamaKurd – HSDê 2 çekdarên Sultan Murad ku piştî êrîşa Firqet Sultan Murad ya 1ê Tebaxê ku li ser nuqteya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê pêk hatibû û ji eniyên şer reviyabûn girt. Çekdarên bi navên Semîr û Saed ku yek ji wan zarok e da zanîn, armanca sereke ya şandina wan a ber bi nuqteya Meclîsa Leşkerî wan bidin kuştin bû.
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê, bersiv da êrîşên Dewleta Tirk û ev her du çekdarên Firqet Sultan Murad girtin.
Semîr Nebîl Besîr ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ye.
Seed Xilêf El-Mutlib ji Dêra Zorê ye.
Van çekdaran mehane 400 L.T werdigirtin û di bin fermana dewleta Tirk, sûcên şer pêk tanîn.
Herî dawî ji ber dijwariya şer, ji eniyan reviyan û ketin destê hêzên meclîsa Til Temirê.
Mukirhatinên çekdarên hatin girtin wiha ne:
‘‘Ji me re gotin xwe amade bikin tu û Saad hûnê derkevin, me jî xwe amade kir û çekên xwe teslîm kir. 100 lîreya Tirkî dan me.
Ev jî li ser esasê 50 ji min re û 50 ji Saad re ji bo ku xerciya me be.
Me ji wan pirsî ka kîjan rê diçe Serê Kaniyê ji ber ku me rê nas nedikir. Çekdarekî Artêşa Azad ku ew jî bi me re bû hat û ji me re got hûn ê li ser vê rêyê rast herin heta hûn bigîhên gundê Mehmûdiyê û ji gund hûn ê derkevin Serê Kaniyê.
Ji me re destnîşan kir, ji bo kes karê xwe ji we neyne, kî we bisekinîne hûn ê jê re bêjin em ji Firqa Sultan Murad in.
Me da rê û em baş meşiyan.
Berî ku em bigîhên gundê Mehmûdiyê, nuqtak li pêşiya me hebû, em sekinandin û ji me re gotin hûn kî ne, weke ji mere hatî gotin, me jî got, em Sultan Murad.
Nuqte a HSDê derket û em hatin girtin.’’
Ev mukirhatinên van çekdaran, rastiya Koma bi navê opozisyonê û çekdarên wê derdixîne holê, ji bilî bidesxistina pereyan, tu derdekî wan ê serxistina doza Sûriyê tune ye.
Niha jî weke amûran ji bo dewleta Tirk tên bikaranîn û herî zêde êrîşî herêmên bakur û Rojhalatê Sûrî dikin, da ku tola DAIŞê hilînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin