HSDê, encamên êrîsên Tirkiyeyê yên bi ser Minbicê de ragihandin

02 May 2022 15:33 0 dîtin
HSDê,  encamên êrîsên Tirkiyeyê yên bi ser Minbicê de ragihandin

PeyamaKurd-Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve encamên binpêkirinên Tirkiyeyê yên meha Nîsanê ku bi ser gundên Minbicê de çêbûne, parve kirin. Li gorî daxuyaniyê, di êrîşên mehekê de bi dehan top û moşek hatine avêtin.

Di agahiyên ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi HSDê ve hatin dayîn de hat ragihandin ku di meha Nîsanê de ji aliyê Tirkiyeyê ve 55 guleyên hawan, 4 mûşek û 17 top bi ser gundan de hatine avêtin û 5 êrîş jî bi dronan hatine kirin. Hat ragihandin ku di encama van êrîşan de sivîlek hatiye kuştin, sivîlek birîndar bûye û bi van êrîşan re ziyan gihîştiye mal û milkên welatiyan.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ji destpêka Nîsana borî ve hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar, êrîşên li dijî navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyeyê zêdetir û berfirehtir kirine.