HSDê êrîsa seva borî ya ser rêya M4ê sikand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê hewl dane bi êrîşeke mezin otorêya M4 kontrol bikin, lê Hêzên Sûriya Demokratêk (HSD) bersiv dane û ew êrîş hatiye şikandin.
Li gorî zanyariyên jêderên herêmê didin, êrîşa ser otorêya M4ê şeva borî dest pê kiriye û artêşa Tirkiye û çekdaran bi çekên giran êrîşî xeta Dibis a girêdayî navçeya Eyn Îsa û ji gundên derdora wê hatiye kirin daku rêya M4 a navneteweyî bigirin û kontrol bikin.
Hat ragihandin ku ew êrîş ji aliyê HSDê ve hatiye şikandin û herî kêm çekdarek jî hatiye kuştin.
Doh jî çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê êrîşî gundê Til Werd yê Til Temirê kiribûn û leşkerekî rêjîma Sûrî birîndar bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin