Reqa | Di êrîsa DAISê de 2 pasevanên HSDê can dan

14 March 2021 11:04 0 dîtin
Reqa | Di êrîsa DAISê de 2 pasevanên HSDê can dan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şaneyên rêxistina terorîst DAIŞê êrîşî binkeya esmanî ya Tebqa ya li bajarê Reqayê kirin û di wê êrîşê de du pasevanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên binkeyê can dan.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, şaneyên DAIŞê bi demançeyên bêdeng, êrîşî pasevanên binkeya esmanî ya Tebqayê ya dikeve rojavayê Reqayê kirine û di encama wê êrîşê de du pasevanên binkeyê yên HSDê can dane.

Herwiha çend kesên nenas jî bi çekên RBG navenda HSDê ya li bajarê Bisêre li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kirine armanc ku li gorî zanyariyan di wê êrîşê de ti ziyaneke canî çênebûye.

Hêjayî gotinê ye, ji Tîrmeha 2018an ve, li herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser hejmara kesên ku di warê petrol û cihên xizmetguzariyê de kar dikin û di encama êrîşan de hatine kuştin gihiştiye 707 kesan.