HSDê li Dêrazorê yek ji wan berpirs 28 DAISî desteser kirin

19 July 2020 18:37 0 dîtin
HSDê li Dêrazorê yek ji wan berpirs 28 DAISî desteser kirin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya pêngava duyem a operasyona terora DAIŞê de, serkirdeyên DAIŞê jî di nav de 28 kes desteser kirin.

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî hêzên ku tev li qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya li dijî şaneyên DAIŞê bûne, xebatên lêgerînê didomînin.

Hêzên komando yên HSDê serçeteyekî DAIŞê ku berpirsê belavkirina fonan li ser şaneyên DAIŞê yên li rojhilatê bajarê Dêrazorê ye, tevî gelek çeteyên DAIŞê hate girtin.

Serçeteyê DAIŞî ku navê wî nehat zanîn, li bajarokê Şehîl ê li rojhilatê Dêrazorê hatiye girtin.

Herwiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bi piştevaniya hêzên komando gelek kesên bi gumana endamtiya DAIŞê û kesên pê re didin û distînin, li gundên Cedîd Egîdat,  Cedîd Bikare li rojavayê bajarokê Basîra yê li rojhilatê Dêrazorê desetser kirin.

Li gorî ragihandina HSDê di çarçoveya qonaxa duyem a Pêngava Tunekirina Terorê de, heta niha 28 terorîstên DAIŞê hatine girtin û miqdarên mezin ên çek, cebilxane, mayîn û gelek amûrên dijîtal jî hatine desteserkirin.