HSDê li ser bombekirina otomobîla li Kobanê daxuyanî da
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser êrîşa îro 25ê Nîsanê ya bombekirina otomobîlekê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê , daxuyaniyek belav kir û ragihand, şervanekî wan di wê êrîşê de can daye.
Navenda Ragihandinê ya HSDê li ser êrîşa îro ya li başûrê Kobaniyê pêk hat bi rêya daxuyaniyeke nivîskî got: “Îro sibehê saet di 10:30an de, otomobîleke ku şervanekî me tê de bû, rastî êrîşa balafira bê firokevan a dagirkeriya Tirkiyê hat û di encamê de şervanê me şehîd bû.”
Beriya vê daxuyaniyê medya Tirk jî îro Sêşemê belav kiribû ku îstixbarata Tirkiyê serkirdiyekî HSDê yê bi navê “Mihemed Sarî” kuştiye ku ew kes jî di 14ê Nîsanê de rastî êrîşê hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin