HTSê êrisî baregeha rûsî ya Hmeymimê kiriye

04 May 2019 09:57 0 dîtin
HTSê êrisî baregeha rûsî ya Hmeymimê kiriye

PeyamaKurd – Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) bi rêya tevna ragihandinê ya IBAyê ragihand ku li dijî baregeha rûsî ya Hmeymimê êrişek pêk anîye.

HTŞê diyar kir ku ji Idlibê û derdora wê bi mebesta bersivdayîna êrişên esmanî yên Hêzên Feza û Hewageriyê yên Rûsyayê û Hêzên Artêşa Sûriyeye bi ser baregaha rûsî de êrîşek hatiye kirin.

 Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyê (SANA) artêşa rejîmê besiv daye û roketavêjê HTŞê têkbiriye.

Hat diyarkirin ku, di êrişên esmanî yên rûsî û balafirên şerî yên rejîmê li Idlib û bakurê Hamayê zêdetirî 100 êrîşî hatine kirin.