Hukumeta Kolombiyayê ji malbatên ku zarokên wan bê daraz kustibûn lêborînê xwest
PeyamaKurd - Hukumeta Kolombiyayê ji malbatên ku zareokên wan di navbera salên 2002 û 2008an de bê daraz kuştibûn lêborînê xwest. Wezîrê bergiriyê yê Kolombiyayê Ivan Velasquez, bi malbatên navborî re civiya û ji bo dewletê di wê wextê de xetayên ku kiriye lêborînê xwest.
Valasquez, li payîtext Bogotayê seredana muza netewî kir û bi malbata kesê bi navê Alix Fabian Vargas Hernandez re ku di sala 2008an de ji terefê dewletê de hatibû kuştin hat cem hev. Velasquez ji bo rojnamevanan weha got:
“Hernandez, ne di şerê bi grûbên çekdar re de mir. Ez ji malabata Hernandez û hevalên wî lêborînê dixwazim. Bi heman şêweyî bi sedema îhmalê, Jorge Vargas jî mir û ez bi rêz wî bibîr tînim. Dewleta di wê wextê de xetayên ciddî kir û divê ji ber wan sûcan mirov ji xwe şerm bike. Divê ji bo raya giştî rastî bên gotin. Em amade ne ku car din bûyerên weha dubare nebin. Rêya herî baş ew e ku mirov bi van bûyeran re rû bi rû bibe.”
Li Kolombiyayê dewletê di salên 2002-2008an de bê ku îfadên wan bistînin, bê ku daraza wan bikin, ji 6.400an zêdetir kesî kuştibû.
Di wan salan de di navbera Hêzên Şoreşger yên Çekdar yên Kolombiya FARC) û dewletê de şer hebû, paşî lihev kirin ku di Sibata 2021an de, di navbera xwe de Hûqûq Aştiya Taybet (JEP) ava bikin û JEP ê di derbarê wê dewrê de rapor amade kiribû. Di raporê de hatibû aşkera kirin ku di wan salan de 6.400 kesan zêdetir bê darizandin hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin