Hukumeta Tirkiyê bo hevdîtinên Moskovayê civîn çêkir

04 March 2020 23:52 0 dîtin
Hukumeta Tirkiyê bo hevdîtinên Moskovayê civîn çêkir

PeyamaKurd- Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın, piştî civîna hukumetê ya di bin serokatiya Tayip Erdpğan de, derket ber çapemeniyê û agahiyan da. Xalên ku civînê de li serê rawestiyane û dê di hevdîtina Putin û Erdoğan de li Moskovayê li ser wan bên axaftin yek bi yek ragihand.

Mijarek jê ya Idlibê ye ku wê li ser mijara Idlibê bi berfirehî bi axifin. Hedef ragihandina agirbesekiye.

Bo çareserkirina krîza koçberan pêngavên ku bên avêtin wê yek ji mijaran be. Tirkiye bi hêviya lihevkirinê diçe Moskovayê. Li Sûriyê hatina rêvebiriyeka nû daxwaza Tirkiyê ye. Hilbijartina ku Esed wê di meha nîsanê de bike, bê rizamenidya Tirkiyê ye.

Kalın, behsa koçberan kir û got ku Tirkiye jî qeweta wê heya derekê ye û nema dikare barê wan koçberan hilgire. Her weha behsa Yekîtiya Gumrikê ya Awrûpayê kir ku heya niha peymanê nûh nekirine. Sozên ku dane Tirkiyê, heya niha neanîne cîh. Ev mijar ji ya rojeva Moskovayê cuda ye.

Mijareka dinê ya li Moskovayê li serê biaxifin mijara Lîbyayê ye. Tirkiye û Rûsya di mijara Lîbyayê de li dijî hev tevdigerin. Divê raya giştî ya navdewletî li ser binpêkirinên peymanê ji aliyê Hafter de bên rawestandin.