Hunermendê mezin Aram Tîgran 13 sal berê îro koça dawî kir

08 August 2022 13:29 0 dîtin
Hunermendê mezin Aram Tîgran 13 sal berê îro koça dawî kir

PeyamaKurd – Hunermendê mezin, dostê Kurdan, hevalê doza Kurdan Aram Tîgran 13 sal berê li paytexta Yûnanîstanê Atînayê koça dawî kir.

Aram Tîgran ku bi eslê xwe Ermenî bû, di sala 1934an de li Qamişloyê ji dayik bûye. Bi gelek zimanan sitranên xwe vegotiye û 55 salan li ser muzîkê xebitiye.

Sitranên wî yên bi zimanê Erebî, Kurdî, Suryankî, Tirkî û Ermenkî hene. Bi saya bavê xwe kêfa wî ji muzîkê re hatiye û eleqeya wî çûye ser. Di 9 saliya xwe de dest bi lêdana ûdê kiriye.

Piştî sala 1966an çûye Yerîvan, paytexta Ermenîstanê û li Radyoya Yerîvanê 18 salan xebitiye. 1995an de mala xwe biriye Atînayê û jiyana xwe li wir domandiye.

Li ser muzîka Kurdî şêwazeke bi navê Aramî ava kiriye. Şêwaza ku ava bûye, dişibe muzîkên koroya Ermenan.

Heta sala 1984an  di Radyoya Yerêvanê de xebatên xwe domandiye. Albuma xwe ya 14em di 74 saliya xwe da weşandiye û 2009an de li Atînayê qeyrana dil derbas dike û roja 8ê Tebaxê li wir koça dawî dike.

Aramê Tîgran êşa xwe ya li hember şer bi van gotinan anîbû ziman, “Heke carek din werim dinyayê, ez ê hemû gule, tanq, top û tivingan bihelînim, bikim saz, cumbuş û zirne.”

Hunermend Aramê Tîgran, di wasîyeta xwe de daxwaz dikir gora wî li Diyarbekirê be, lebelê ji ber dewleta Tirkiyê rê neda, gora wî li Brukselê, li paytexta Belçîkayê hat vedan û axa ji Diyarbekirê li ser gora wî hat reşandin.