Hunermendê navdar ê Tirk bo CHPê: Hûn ji serkeftinê, deshilatê û pirsa Kurd ditirsin!
PeyamaKurd - Piyanîst û bestekarê navûdengî yê Tirk Fazil Say ji bo Partiya Komarî ya Gel (CHP) got: “Hûn ji pirsa Kurd a 40 salî ditirsin!”
Fazil Say li ser hesabê xwe yê Instagramê bi sernavê "Rexneyeke naçîzane bo CHPê" nivîsek parve kir û tê de rexne li CHPê girtin ku ew bi xwe jî wekî kesayetekî alîgirê CHPê tê zanîn.
Fazil Say wiha got: “Her dema ku di Halk TVyê de nîqaşekê temaşe bikim, her dema ku li dikanekê ji dûr ve rastî manşeta rojnameya Sozcu werim, her dema ku endamekî CHPê li filan kanalê bibînim, tim heman tiştî hîs dikim; Tirs! Tirs, tirs… Tirs tiştekî xirab e. Tirs di xwe de dest pê dike. Û mixabin berevajî hezkirinê ye, kesê wêrek nebe, nikare hez bike. Kesê wêrek nebe, nikare bi ser bikeve. Hûn nikarin bi ser bikevin birayê min! Hûn ji serkeftinê jî ditirsin! Hûn ji desthilatê ditirsin. Hûn ji gihiştina nifşê nû, ji pirsa Kurd a 40 salî ditirsin.”
Fazil Say diyar kir, “Hûn di serdema tirsê de ne. Û mixabin hûn vê yekê li ser me jî bandor dikin û me dihelînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin