Hûsî êrîs kirin ser gund: 3 kustî û 12 birîndar hene
PeyamaKurd – Li Yemenê Hûsiyên ku bi desteka Îranê li hemberê rêvebiriya heyî ya Yemenê şer dikin bi salaye ku bajarê Taîzê dorpêç kirine, li navça wê li Makbene, bi topan li gundê el-Gawşayê xistin, di encamê de kesên bi navên Abduh Faysal Muhammed ez-Zehari (30), Muntasır ez-Zehari (4) û Şucun ez-Zehari'nin (6) jiyana xwe ji dest dan. Piraniya wan ji heman malbatê 12 kes birîndar bûn ku di nav wan de jin hene.
Di êrîşa topbaranê de xanî xesarê dîtin û di arazî de şewat derket.
Ji Êlûna sala 2014an heya niha di navbera Hûsiyên bi desteka Îranê û hukumetê de şer dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin