Sûriye | Êrîs dijwar bûn: 12 kustî û 30 gund hatin valakirin

05 May 2019 20:32 0 dîtin
Sûriye | Êrîs dijwar bûn: 12 kustî û 30 gund hatin valakirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di roja xwe ya 5emîn a êrîşên bi ser Idlibê de, bombebarana hêzên rejîmê dijwar bûne.

Balafirên rejîma Sûriyê û rûsî heta niha bi zêdetirî 163 bermîlên taqemeniyê herêma Idlibê ya bêçek bombebaran kirin.

Li gorî amarên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama bombardimanan de zêdetirî 12 sîvlan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku hêzên rejîma Sûrî gundên Me’er Elsîn, Cenabir, Til Osman, Misterîha li gundewarê Idlibê bombebaran kirine.

Dîsa gundewarê Hemayê ji Gundê Hoş li Sehil Elxab hatin bombebaran kirin û ji bilî kuştina 12 sivîlan û gelek jî birîndar bûn.

Çavdêriyê diyar kir, ji ber şerê navbera Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û Rejîma Sûrî ya bi piştevaniya êrîşên asmanî yên Rûsî 30 gund hatine valakirin.