Bi motorsiklêtan êrîsî 3 gundan kirin: 51 kustî

10 August 2021 19:45 0 dîtin
Bi motorsiklêtan êrîsî 3 gundan kirin: 51 kustî

PeyamaKurd - Li herêmên welatî Malî yên li ser sînorê Nîjeryayê, komên çekdarên tundrew bi motorsiklêtan ketin nav gundan û zêdetirî 51 sivîl kuştin.

Çavkaniyên leşkerî û rayedarên xwecihî ragihandine ku li sê wargehên bakurê Maliyê li gundên Karu, Ouatagouna, Uataguna û Dautegeftê bi motorsiklêtan çekdarên tundrew êrîş kirine û zedetirî 51 sivîl di wê êrîşê hatine kuştin.

Li gorî rayedarên herêmê, çeteyên bi motorsiklêtan ketine gundan, her kes qetil kirine, gund talan kirine û piştre jî şewitandine.