Hûsiyan balafireke serî ya hevpeymaniya siûdî xiste xwarê
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku balafireke şerî ya hevpeymaniya siûdî hatiye xistin. Derbarê mirî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.
Li Yemenê Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku wan balafireke şerî ya hevpeymaniyê ku cureya wê Tornadoyê xistiye. Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî, ji medya erebî re ragihand ku wan balafireke şerî ya cureya wê Tornado li nêzîkî bajarê Cerfê xistiye.
Berdevkê Hûsiyan Serî amaje kir ku ew balafir bi moşekekê hatiye xistin.
Ji aliyê din ve, berdevkê hevpeymaniya siûdî piştrast kir balafireke wan hatiye xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin