Hussein daxwaz ji hin welatan kir da ku rola wan di rawestandina êrîsên Tirkiyê de hebe

15 August 2020 11:35 0 dîtin
Hussein daxwaz ji hin welatan kir da ku rola wan di rawestandina êrîsên Tirkiyê de hebe

PeyamaKurd – Bi armanca êrîşên Tirkiyê bêrawestandin, Wezîrê Derve ya Iraqê bi peywendiyeke telefonî de daxwaz ji Wezîrên Derve yê Fransa, Almanya, Brîtanya û Bakûrê Efrîqa kir.

Di derbarê daxwaza ji wan welatan, Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de balkişand ser wê yekê ku Fuad Hussein Wezîrê Derve yê Iraqê bi cûda cûda peywendiya telefonî li gel Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa, Hayko Mass Wezîrê Derveyê Almanya James Kleferly Wezîrê Dewletê Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa kiriye.

Fuad Hussein bi wan peywendiyên telefonî de, behsa pêşhatên siyasî û ewlehiya Iraqê kiriye û gotiye “Destdirêjiya Tirkiyê, bûye sedema şehîdbûna du efser û serbazekî artêşa Iraqê”.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Hussein binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiye ve red dike. Herwiha, wê destdirêjiya li ser navçeya Sîdekan ya li parêzgeha Hewlêr li Herêma Kurdistanê rû dabû şermezar dike. Hussein daxwaz ji dewletên bi wan re pêwendî daniye kiriye û gotiye, divê rola çalak ji bo rawestandina destdirêjiyên dubareyên Tirkiye û vekişandina wan hêzên Tirkiyê ku hatine nav axa Iraqê de hebe.