Myles Caggins: Sedema rawestandina hinartina petrola Kurdistanê Iraq e

11 March 2024 10:46 0 dîtin
Myles Caggins: Sedema rawestandina hinartina petrola Kurdistanê Iraq e

PeyamaKurd – Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins got ku “Rawestandina hinartina petrola Kurdistanê tenê pirsgirêkek siyasî ye. Îranê valahiya petrola Herêma Kurdistanê tijî kir."

Berdevkê APIKURê Caggins di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand ku, nêzîkî salek bi ser rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê re derbas bûye û ji ber rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, Iraqê nêzîkî 11 milyon dolar ziyan dîtiye.

Berdevk Caggins diyar kir ku sedema rawestandina hinartina petrola Kurdistanê “Hikûmeta Iraqê” ye û got, “Her dem derbarê destpêkirina hinartina petrolê de agahiyên derew diweşînin. Rawestandina hinartina petrolê tenê pirsgirêkeke siyasî ye û ti rêkeftinên nû ji bo kompanyayên navdewletî nînin."

Berdevkê APIKURê got, “Veberhênana petrolê ya Îranê zêdetir bûye û rojane bûye 2 milyar bermîl. Herwiha Îranê valahiya petrola Herêma Kurdistanê tijî kiriye.”

Caggins da zanîn ku APIKUR hemû hewlên xwe dide ji bo jinûve hinartina petrola Kurdistanê destpê bike û got, "Em ê zextên xwe yên li ser Washingtonê zêdetir bikin da ku zextê li hikûmeta Iraqê bike da ku hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike."

Piştî biryara Dadgeha Hakemaniya Navdewletî ya Parîsê di 25ê Adara 2023ê de, derbarê hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê re, hinartina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê hatibû rawestandin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar di daxuyaniya xwe ya 1ê Mijdarê de diyar kiribû ku ji Cotmeha 2023an vir ve lûle ji bo îxracata petrolê amade ye, lê hinardekirin destpê nekiriye. Di hinartina petrolê de ti pirsgirêkeke teknîkî nîne, lê ji ber nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser vê mijarê heta niha hinartina petrolê destpê nekiriye.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di axaftina xwe ya di panela "Hefteya Enerjiyê" ya ku li Moskowayê hat lidarxistin de diyar kir ku Iraq amade ye bi rêya bendera Ceyhanê petrolê hinarde bike.