Albay Wayne Marotto ket sûna Myles Caggins
PeyamaKurd- Koalîsyona li hemberê DEAŞ ê ya li Iraq û Sûriyê ya di ku bin serokatiya Amerîkayê de hat avakirin, heya niha berdevkê wê albay Myles Caggins bû û çend roj berê wezîfa wî bi dawî hatibû. Niha albay Wayne Marotto ket şûna wî û bo çapemeniyê kurtevîdeoyekî belav kir.
Albay Marotto jî li Sûriyê soza ku wê destekê bide HSD ê da û di beyana xwe de dema bangê dikir, gotinên weka “çawanî, başî”, “rojbaş”, “Kurdistan” û “xwehafiz” bikaranî. Medya Tirkiyê bi sedema ku wê destê bidin HSD ê û li Kurdistana Başûr Kurdan destek bike, ji niha de dest bi êrîşên devkî kir.
Berdevkê nû albay Marotto ji niha de dest bi perwedeya xwe ya Kurmancî kir da hînî ziman bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin