Netanyahu: Me kesê ku wê sûna Nasrallah bigirta kust!

09 October 2024 08:34 0 dîtin
Netanyahu: Me kesê ku wê sûna Nasrallah bigirta kust!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu doh di peyama xwe ya vîdyoyî ya Îngilîzî de xîtabî gelê Lubnanê kir û derbarê rewşa heyî de hin îdia kirin.

Netanyahu ji ber rewşa Lubnanê Îranê sûcdar kir, amaje bi wê yekê kir ku berpirsê vê bûyerê Tehran e, ne Îsraîl.

Netanyahu îdia kir ku wan Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Nasrallah û herwiha Safiyuddîn ku wek cîgirê wî yê muhtemel hat nîşandan, kuştin.

Netanyahu bi îdiaya ku wan "derbek li Hîzbullahê xistin û qels kirin" bang li gelê Lubnanê kir ku li dijî Hizbullahê helwestê nîşan bidin.

Netanyahu gef li gelê Libnanê xwar ku li Xezzeyê di bin êrîşên Îsraîlê de çi hat serê Filistîniyan û wiha got:

 "Derfetek we heye ku hûn Lubnanê rizgar bikin berî ku ew bikeve nav kendala şerekî dirêj ku wê bibe sedema wêranî û êşan mîna ku me li Xezzeyê dît. Ne hewce ye ku wisa be."