Medya Îsraîlê: Namzedê sereke yê bikeve sûna Nasrallah jî hate kustin
PeyamaKurd – Medya Îsraîlê ragihand ku piştî kuştina Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah li Beyrûdê vê carê jî kesayetê herî bilind ê Hizbullahê ku namzedê sereke yê bikeve şûna Nasrallah e, Nabîl Kauk jî hatiye kuştin.
Li gorî nûçeyên medya Îsraîlê, Kaûk şeva borî li bajarê Dahiya yê Lubnanê di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de hate kuştin.
Nabîl Kauk, cîgirê serokê konseya rêveberiya Huzbullahê bû. Herwiha hate îdiakirin ku Haşim Tzipi el-Dîn ê pismamê Nasrallah jî di wê êrîşê de hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin