Tarîxa kesê ku bikeve sûna Boris Johnson hat ragihandin
PeyamaKurd – Partiya Mihafezekaran a Brîtanyayê ragihandin ku ew dê kesê ku derbasî cihê Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bibe di meha Îlonê de eşkere bikin.
Li gorî zanyariyan wê Partiya Mihafezekaran a Brîtanyayê navê nû yê bikeve şûna Johnson 5ê Îlonê ragihîne.
Heta niha 11 kesan namzediya xwe ya bo seroktiya partiyê û serokwezîrtiyê ragihandiye ku di nav wan de Nedîm Zehawî yê esil Kurd û Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss jî hene.
Hat diyarkirin ku wê Partîya Mihafezekaran ji bo pêvajo bi lezgînî bimeşe dengdanê ji bo 2 namzedên diyar li dar bixe ku dengdan jî bi rêya posteyê tê encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin