Wezîfa berdevkê koalîsyonê ya albay Myles Caggins bi dawî hat
PeyamaKurd- Wezîfa berdevkê koalîsyona li dijî İŞİD ê ya albay Myles B. Caggins li Rojava bi dawî hat. Lê di dema ku xatira xwe xwest rondikan barand. Bi sedema bi dawîbûna wezîfa wî ya li Kurdistan a Rojava Albay Myles B. Caggins û berdevkê çapemeniyê yê HSD ê Mistefa Balî bo çapemeniyê civînekî li darxistin.
Di civînê de Mistefa Balî ragihand ku wan hevalekî nêz yê xebatê wenda kirine lê dostekî samîmî û baş qezenc kirine.
Caggins jî di axaftina xwe got ku ew bexetewere bi HSD ê re li hemberê İŞİD ê şer kirine û têkoşiyane. Caggins got ku xwestiye wexta wezîfa dirêj bikin lê nehatiye qebûlkirin.
Caggins berê di çapemeniyê de gelek caran gotibû ku ew bi nasîna Kurdan bixtewere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin