Berdevkê koalîsyonê li ser Minbicê daxuyaniyek da!

30 June 2018 12:17 0 dîtin
Berdevkê koalîsyonê li ser Minbicê daxuyaniyek da!

PeyamaKurd- Berdevkê koalîsyona li dijî IŞÎDê Shon Ryan di derbarê rewşa Minbicê de axivî û got ku peymana di navbera Amerîka û Tirkiyê de, siyasî ye; em geşedanan ji nêz ve taqîb dikin.

Shon Ryan wiha berdewam kir: Plana me ew e ku em li Sûriyê û Iraqê IŞÎDê xilas bikin. Heta ku em IŞÎDê li van herêman bi tevahî xilas nekin, em nasekinin. Em û hevkarên xwe, taliyê em ê bigihine armanca xwe.

Li ser Minbicê Ryan wiha axivî: Ji bo Minbicê peymana ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de hatiye pêkanîn, tevgereke siyasî ye; em geşedanan ji nêz ve taqîb dikin

Li ser têkiliyên bi Rûsyayê re jî Ryan got ku em dixwazin ku di navbera me û Rûsyayê de tevlîhevî kêm bibin. Ji ber vê yekê ez li ser operasyonên li Derayê ti şîroveyan nakim.