Îbadî li ser aloziyên Silêmaniyê û Kerkûkê daxuyanî da

13 May 2018 23:07 0 dîtin
Îbadî li ser aloziyên Silêmaniyê û Kerkûkê daxuyanî da

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî li ser alozî û nerazîbûnên derbarê proseya hilbijartinên Herêma Kurdistanê de daxuyanî da.

Ofîsa Îbadî li ser proseya hilbijartinên perlemantoya lraqê li Herêma Kurdistanê û nerazîbûna hin partiyên siyasî ji encamên destpêkê û çêbûna aloziyan li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Îbadî di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku wî ferman daye hêzên ewlehiyê li Kerkûk û parêzgehên Herêma Kurdistanê ku rewşa ewlehiyê biparêzin û bê alîgir bimînin li hember proseya hilbijartinan.

Îbadî daxwaz ji Komisyona Bilind a Hilbijartinê jî kiriye ku di zûtirin demê de wan sindoq û amarên gumana sextekariyê li ser heye çareser bikin û encamên hilbijartinan jî bo raya giştî ragihînin.