Îbrahîm Biro: Me bi sanda Amerîkî re 3 xal gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro li ser civîna bi şanda Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re axivî û got, şanda Amerîkî bi wan re derbarê rewşa Efrînê û awayê vegera koçberên Efrînê û Serê Kaniyê ji bo ser mal û warê xwe, rewşa Sûriyê û herwiha ji nû ve destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiriye.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê li ser hesabê xwe yê twîtterê da zanîn, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich bi şandeke ENKSê re civiya û Şanda ENKSê ji nûnerê wê yê di nav Îtilafa Opozisyona Sûriyê de Ebdulhekîm Beşar û Endamê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro pêk dihat.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê da zanîn, pêşhatên dawî li Rojavayê Kurdistanê û diyaloga Kurdî-Kurdî, rewşa penaber û koçberan û gefên DAIŞê yên berdewam hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di derbarê civînê de Endamê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro eşkere kiriye, civîn li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û piştî wê yekê bû ku şanda Amerîkî hin rêzecivîn li Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê pêk anîbûn.
Îbrahîm Biro diyar kiriye, di civîna li gel şanda Amerîkî de gotûbêja wan li ser 3 xalan bû û got, rewşa Sûriyê bi giştî û pêşhatên wê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û vegera koçberên Efrîn û Serê Kaniyê bo ser mal û milkên xwe di civînê de hatin gotûbêjkirin.
Di berdewamiyê de Biro destnîşan kiriye, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de wan bi şanda Amerîkî re behsa “zehmetî û astengiyên li deverê, leşkeriya neçar û koçberiya li herêmê û pirsgirêka xwendinê li herêmê” kiriye.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê diyar kir, di beşeke civînê de gotûbêj li ser diyaloga Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê û awayê ji nû ve destpêkirina danûstandinên di navbera aliyan de hat kirin.
Herî dawî Îbrahîm Biro li ser vê mijarê destnîşan kir: “Hat xwestin ku em ê çawa karibin danûstandinên Kurdî-Kurdî ji nû ve vegerînin. Bêguman hinek xal hebûn me bi hev re axaftin kirin li ser wan û me got ku divê atmosfêrek hebe ku em bikarin wan danûstandinan careke din vegerînin ji ber ew demê çûyî demeke dirêj bû û hinek astengî jî hebûn ku çareser nebûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin