Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariya Îranê de bi ser ket

19 June 2021 11:29 0 dîtin
Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariya Îranê de bi ser ket

PeyamaKurd – Li Îranê li gor televîzyona fermî, Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariyê de bi ser ket û %62 dengên dengderan bi dest xist û 3 kandîdên rikeberên Îbrahîm Reîsî, pîrozbahî lê kirin.

Li gor amarên televîzyona fermî ya Îranê belav kirine, Îbrahîm Reîsî 17 milyon deng wergirt û bû Serokkomarê nû yê Îranê.

Herçend heta niha Wezareta Navxwe ya Îranê û Navenda Hilbijartinên Îranê hîç amareke fermî derbarê encamên hilbijartinan belav nekirine jî, kandîdên serokkomariya Îranê Ebdulnasir Hêmetî, Muhsîn Rezayî û Emîr Husên Qazîzade pîrozbahî li Îbrahîm Reîsî kirine.

Posta serokkomariyê li Îranê piştî posta rehberiyê, bilindtirîn post e û her ji 4 salan bi rêya hilbijartinê tê diyarkirin. Heta niha 7 kes bûne serokkomarên Îranê û ew jî wiha ne: Ebûlhesen Benî Sedir, Mihemed Elî Recayî, Elî Xamaneyî, Ekeber Haşimî Refsencanî, Mihemed Xatemî, Mehmûd Ehmedînejad, Hesen Rûhanî.

Do roja înê 18.06.2021ê hilbijartina serokkomarî, encûmenên bajar, gundan li 1.372 bajar û 43 hezar û 620 gundan birêve çû.

Biryar e roja Çarşemê encamên fermî yên hilbijartinên Îranê werin eşkerekirin.