Îmamoglu: Hemû daxuyaniyên PKKê bi kêrî deshilatdariyê tên, ev çi dezgeh û lîstik e?

23 May 2023 17:25 0 dîtin
Îmamoglu: Hemû daxuyaniyên PKKê bi kêrî deshilatdariyê tên, ev çi dezgeh û lîstik e?

PeyamaKurd – Şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê û namzedê cîgirtiya serokomariyê bo Kemal Kilicdaroglu, Ekrem Îmamoglu, derbarê gera duyem a hilbijartina serokomariyê û encamên hilbijartina 14ê Gulanê de nirxandin kirin.

Ekrem Îmamoglu, li ser daxuyaniyên serkirdeyên PKKê yên di heyama hilbijartinan de û wiha got: "Berî her hilbijartinan endamên rêxistinê tim diaxivin. Binêrin çi tesaduf e ku hemû daxuyaniyên PKKê bi kêra deshilatdariyê tên. Pesnê opozîsyonê didin û deshilatdarî jê sûde werdigire. Ev çawa dezgeh e, lîstikeke çawa ye?”

Îmamoglu bal kişand ser dema hilbijartina şaredariya Stenbolê û diyar kir ku dezgehê çêdikin û hemwelatiyan dixapînin.