Interpolê ‘Bultena Sor’ a bo Salih Muslim û 144 kesên din red kir

22 July 2019 17:15 0 dîtin
Interpolê ‘Bultena Sor’ a bo Salih Muslim û 144 kesên din red kir

PeyamaKurd – Polîsê Navdewletî Interpolê daxwazên Tirkiyê yên derxistina Bultena Sor bo desteserkirina rêveberê PYDê Salih Muslim û 144 kesên din, red kir.

Hat ragihandin ku Tirkiyê bi hinceta teqîna Guvenpork a Enqerê ji bo tohmetbaran daxwaz ji Polîsê Navdewletî Interpolê kiribû, Salih Muslim jî di nav de Bultena Sor bo 144 kesan derxe û wan desteser bike.

Herwiha piştre jî dadgeha Tirkiyê navê 352 kesên din bo Interpolê şandin ku yên berê jî di nav de hemû daxwazên Tirkiyê hatin redkirin.

Salih Muslim 25ê Sibata 2018an li paytexta Çekya Pragê hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû berdan.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê ji Dadgehê re nivîsek şandiye û tê de gotiye, Sekreteriya Giştî ya Interpolê daxwazên wan ên bo 144 kesan û piştre jî yên bo 352 kesan hatine redkirin û daxwaz hatiye kirin Interpol li ser dosyeyan nirxandina xwe bike û ragihîne.