Îranê agahî da ku wê êrîsê Îsraîlê bike!

07 August 2024 11:32 0 dîtin
Îranê agahî da ku wê êrîsê Îsraîlê bike!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê bi rêya aliyên sêyemîn agahiyê daye Îsraîlê ku wê li dijî Îsraîlê êrîşeke tolhildanê bike.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Îranê bi rêya Wezîrê Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto ev peyam gihandiye Îsraîlê.

Dîplomatê Macarî telefonî hevtayê xwe yê Îsraîlî Îsraîl Katz kir û da zanîn ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Alî Bakîrî di vê derbarê de ew agahdar kiriye.

Katz wiha got: “Îranê me agahdar kiriye ku mebesta wan a êrîşê heye li ser Îsraîlê.”

Hat diyarkirin ku piştî kuştina Îsmaîl Heniyye wê Îran jî tolê ji Îsraîlê hilîne.