Îran bi hêza li Iraq û Sûriyê hisyariyê dide Amerîkayê

12 October 2018 22:44 0 dîtin
Îran bi hêza li Iraq û Sûriyê hisyariyê dide Amerîkayê

PeyamaKurd - Fermandeyê Giştî yê Sipahê Pasdarên Îranê ragihand,  ku bereya berxwedanê piştî şerê Sûriyê û Iraqê bi hêztir bûye û tu duilgiraniyek li bara bereya berxwedanê tine.

Fermandeyê Giştî yê Sipahê Pasdarên Îranê Muhemed Elî Caferî, diyar kir: Heke Serokê Amerîkayê Donald Trump wer dizane ku Îran ji dema bi desthilatbûna wî lawaztir bûye, şaş difikire.

Muhemed Elî Caferî destnîşan kir: Beriya bidesthilatbûna Trump artêşa Îranê dikariya di 12 deqîqeyan de amade bibûya li hember dijminan berevaniya xwe bike, niha ev dema kêmtir jî bûye.

Serdar Caferî bal kişand  ser vê yekê ku  qaweta Îran û Inqilaba Îslamî bi amadebûna  li meydanan û bereyên  rawestanê zêde bûye û da zanîn, ger ewlehiya Îranê bikeve xeterê, em ê demlidest li derveyê sînoran bersivê bidin.