Îranê daxuyanî li ser "Agirbestê" da
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan di civîna Lijneya Wezîran de derbarê aloziya dawî ya bi DYA û Îsraîlê re daxuyanî da.
Pezeşkiyan got, “Em tu carî nebûne partiya ku şer daye destpêkirin û me şer pêşniyar nekiriye ti welatî. Her tim DYA dest bi şer kiriye. Wî her wiha got: Wî li deverên curbicur ên cîhanê û bi taybet li navça me bûye sebebkarê şer û îro jî bi piştevaniya Rejîma Siyonîst agirê şer li navçê geş dike.
Îsraîl sûcên xwe dirêjî Lubnanê kir
Pezeşkiyan helwesta êrîşkar a Îsraîlê ya li herêmê rexne kir û got, “Îsraîl di roja ewil a hikûmeta me de bi kuştina Haniye şer provoke kir. Wî herwiha got: "Tevî nerazîtiya ku me bi hêviya pêkanîna agirbestê û bidawîanîna komkujiya xelkê bêguneh bi şopandina pêşniyarên hin welatan nîşan da, lê vê rejîmê tawanên xwe zêde kiriye û destdirêjî û hovîtiyên xwe ber bi Lubnanê ve berfireh kiriye".
Pezeşkiyan rexne li helwestên durû yên DYA û welatên Ewropayê yên têkildarî krîza li herêmê kir û got: “Eger bi rastî şer û xwînrijandinê naxwazin, çima pêşniyarên agirbestê veto dikin? Îro hemû welatên navçê bi aştî û aramiya Îranê bawer in û baweriya wan a tekûz heye. "Lê belê Rejîma Siyonîst bi piştevaniya Amerîka û welatên rojavayî dixwaze alozî û şer gurtir bike."
"Ew baş dizanin ku wê bersivek tund bistînin."
Pezeşkiyan diyar kir ku Îran ti êrîşan li ser sînor û ewlehiya xwe bêbersiv nahêle û wiha got: "Ew baş dizanin ku ger xeletiyek li dijî Îranê bikin, wê bersiveke tund bistînin. Lê ger li reftarên xwe ji nû ve ber çavan re derbas bibin, dest ji qirkirina xelkê bêguneh li herêmê berdin û agirbestê qebûl bikin, dibe ku ev yek bandorê li cure û giraniya me bike."
Pezeşkiyan helwesta welatên ku doza mafên mirovan dikin li hember qetlîamên Îsraîlê yên li Xezze û Lubnanê şermezar kir û wiha got: “Me tu carî bombe û moşek li ser jin û zarokan bi kar neaniye. Me tu gelî ji av, xwarin û derman bêpar nehiştiye. Lê belê kesên ku van sûcên nemirovane dikin, bi awayekî bêşerm bi tometên derew Îranê dikin hedef. Bi van sûcdarkirinên xwe armanc dikin ku gelan teslîmî daxwazên xwe bikin. Lêbelê, ev xewnek e ku tu carî pêk nayê. Gelê azad ê cîhanê tu carî serî li ber zilmê netewand û wê jî serî netewîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin