Îran devera Biradost li sînorê nahiya Sîdekanê topbaran dike

28 September 2022 11:13 0 dîtin
Îran devera Biradost li sînorê nahiya Sîdekanê topbaran dike

PeyamaKurd – Îranê îro careke devera Biradost li sînorê nahiya Sîdekanê topbaran dike.

Li gor zanyariyan, topxaneya Îranî îro di saet 7:20 bi giranî çiyayên Berbizîn û Seqer û zozanên Berbizîn û gundê Bin Perêz û Banê yên derdora Sîdekanê dan ber topan.

Hêjayî gotinê ye, hevdem bi destpêkirina xwepêşandanan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, Îran pênc roj in li ser hev navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran û bombebaran dike, ji ber wê jî beşek ji gundiyên wê deverê dest ji gund û zeviyên xwe berdane û berê xwe dane deverên aram.