Îranê devera Biradost dîsa topbaran dike: 3 endamên Komela Zehmetkêsan birîndar bûn
PeyamaKurd – Topxaneya Îranê devera Biradost dîsa topbaran dike û di encamê de 3 endamên Komela Zehmetkêşan birîndar bûn.
Li gor Berpirsê Navenda Hêzên Pêşmergeyên Kurdistan a Partiya Demokrat Kawe behramî diyar kir, Supaya Pasdarên Îranê ji şeva borî û heta îro danê sibê, navçeyên Seqer û Berbizîn li devera Biradost topbaran kirin.
Herwiha eşkere kir, ji bilî ziyanên ku gihîştine sirûta deverê, tu ziyanên canî negihîşt hêzên wan.
Hevdem jî Fermandarê Hêzên Helgurd ên Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê Emced Husên Penahî destnîşan kir, di encama topbarana Îranê li ser devera Biradost, 3 Pêşmergeyên wan birîndar bûn.
Ev yek di demekê de ye, Fermandarê Hêzên Zemînî yên Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Pakpûr eşkere kir, wan “bi 73 moşekên Ballistic û bi dehan dronên bombekirî, baregehên partiyên dijberê Îranê li nava xaka Iraqê kirine armanc.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin