Îran: “Eger biryara bo Erebistanê ya Amerîkayê ne manewra be, em razî ne.”

07 February 2021 01:45 0 dîtin
Îran: “Eger biryara bo Erebistanê ya Amerîkayê ne manewra be, em razî ne.”

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Saîd Xatibzade, li ser mijara ku Amerîka desteka xwe bo şerê li Yemenê ji Erebistana Si’ûdiyê biriye got ku belkî Amerîka pêngavekî davêje da xetayên xwe yên berê rast bike. Xetîbzade ragihand ku ew ji biryara Amerîkayê razîne û weha got:

“Rawestandina desteka koalîsyona di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdî de û rawestandina firotina sîlihan ji aliyê Amerîkayê de, eger biryareka siyasî ya manewrayê nîn be, dibe ku pêngavekî be da xetayên xwe yên berê sererast bikin.

Biryar têr nake ku şerê Yemenê bi dawî bîne. Îran, ji birîna desteka navdewletî ya êrîşkerên Yemenê û desteka ku bidin Yemenê gelek raziye.”

Hatîbzade bang li dewletên ku Erebistanê destek dikin kir û got ku dixwazin destekê bibirin û hêzên koalisyona Erebistanê dev ji êrîşên xwe berdin.