Îran: Em ê tola fermandarê xwe hildin

23 May 2022 14:33 0 dîtin
Îran: Em ê tola fermandarê xwe hildin

PeyamaKurd-Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser kuştina Serhengê Artêşa Sûpayê Pasdaran, daxuyaniyek da çapemeniyê. Reîsî di daxuyaniyê de got, ‘Em ê tola Hodayî hildin.’ Reîsî bi awayê sergitrî amaje kir kuştina serhengê artêşa wan, bi destê sîxuran çêbûye.

Duh ber bi êvarê ve ji aliyê rayedarên Artêşa Sûpayê Pasdaran a Îranê ve hat ragihandin ku Serheng Seyyad Hodayî, li Tehranê di encma sûîkastekê de hatiye kuştin. Serokomarê Îranê, Îbrahîm Reîsî, beriya rêwîtiya xwe ya Ummanê, li Balafirgeha Mehrabadê daxuyaniyek da çapemeniyê. Reîsî di daxuyaniyê de eşkere kir ku kuştina serheng Hodayî, bi destê sîxuran çêbûye û tolhildana şehîdê wan, biryareke jêneger e. Serokomarê Îranê da zanîn ku pêvajoya lêpirsînê didome û di vê sûîkastê de tiliya kê hebe, ew ê derkeve holê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seîd Katîbzade jî li ser bûyerê axivî û got ku  ‘Serheng Hodayî, ji aliyê dijminên sereke yên Îranê û sîxurên terorîst ve hatiye kuştin. Katîbzade bi berdewamî got, “Welatên ku dibêjin em li dijî terorê têdikoşin, li hember vê bûyerê bêdeng mane.”

Serheng Seyyad Hodayî, serhengekî girêdayiyê Artêşa Sûpayê Pasdaran a Îranê bû û di Hêza Kûdûsê de operasyon bi rê ve dibirin.