Îran | Endamên Besîc û ewlehiyê li zanîngehan wek dersdar têne bcihkirin

09 January 2024 22:00 0 dîtin
Îran | Endamên Besîc û ewlehiyê li zanîngehan wek dersdar têne bcihkirin

PeyamaKurd - Berpirsê saziya “Emir bi Meirûf” a rejîma Îranê eşkere kir ku ew ji kesên beşdarên dewreyên vê saziyê mamosteyên zanîngehan hildibijêrin û ji bo dersdanê dişînin zanîngehan.

Berpirsê “Emir bi Meirûf” a Îranê Mihemedhisên Tahirî Akirdî gotiye: “Em ji kesên beşdarbûyî li dewreyên vê stadê mamosteyên wanegotinê bo zanîngehan hildibijêrin”.

Ev jî tê wateya ku berpirsê rejîmê beşdarbûyên wan dewreyan kesên perwerdekirî ango kesê besîc û hêzên ewlehî ne.

Hêjayî gotinê ye, li Îranê pêvajoya guherîna xwendingeh û zanîngehan ji bo xwendingehên olî û hucreyên axundan, saziya bi navê “Emir bi Meirûf” kar dike.

Kesên beşdarî dewreyên perwerdeya wê saziyê bûne ku ji hêzên ewlehiyê pêk tên, wê wek mamsote li zanîngehan bên bicihkirin û bêyî hebûna belgeyên erkê dersdana zanîstî wê mamostetîyê bikin.

Çalakvanên sivîl ên Îranê dibêjin; karê saziya perwerdekirina kesên nexwendekar ên ser bi hikûmeta Îranê ve, ji bo parastina hicaba bi zorê û şêwazên serkut û binçavkirin, îşkencekirin û kuştina ciwanan e û kesên wiha bi çi awayî û bi çi zanistê û wê çawa li zanîngehan dersan bidin ku ev jî cihê pirsê ye.