Îran: Fuzeyên me ji yên Amerîkayê xwestir li hedefê dixin
PeyamaKurd- General Qasim ku musteşarê wezareta bergiriyê ya Îranê ye ragihand ku ew xwediyê gelek fuzeyane ku heya niha bi raya giştî re parvenekirine. Li gor ragihandina ajansa nûçeyan ya Mehrê; general Qasim Tagîzade li Tehranê di civînekê de axifiye û gotiye Îran xwediyê gelek fuzeyane ku heya niha raya giştî pê nizane.
Qasim Tagîzade dibêje ku ew xwediyê gelek fuzeyên ku menzîla wan hezar û 800 km yî ne û fuzeyên wan balîstîkin. Li gor fuzeyên Amerîkayê dikarin baştir û xweştir li hedefa xwe bixin.
Tagîzade dibêje ku fuzeyên wan bi temamî bi îmkanên xwe yên navwelatî çêkirine û jimara wan gelek zêde ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin