Îranê gef li Amerîkayê xwar: Bi fuzeyên menzîlkin jî…
PeyamaKurd – Bi zêdebûna alozî û rageşiya navbera Îran û Amerîkayê re xetera şerekî mezin derket holê. Amerîkayê keştiyên xwe yên şer ji ser Hurmuzê re li Kendava Basrayê bi cih kirin.
Li ser vê pêngava Amerîkayê Berpirsê Pêwendiyên Parlamentoyê yê Supaya Pasdarên Îranê Mohammad Saleh Jokar gefa lêdana keştiyan li Amerîkayê xwar.
Jokar îdia kir ku Amerîka di hêza xwe ya mirovî û civakî de di rewşeke xirab de ye û got, "Fuzeyên me yên menzîlkin bi xwe jî xwedî qabilîyeta lêdana hêzên Amerîkî yên li herêmê bicih bûne ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin