Îran: Hevdîtinên li Vîena yên li ser lihevhatina atomî gelekî giran dibin

14 February 2022 12:31 0 dîtin
Îran: Hevdîtinên li Vîena yên li ser lihevhatina atomî gelekî giran dibin

PeyamaKurd Sekreterê Giştî yê Konseya ewlekariya Îranê Alî Şemhanî li ser twitterê da zanîn, hevdîtinên li Vîena yên di derbarê lihevhatina atomî de, gelekî giran dibin û ber bi sekinandinê ve diçin.

Alî Şemhanî diyar kir, Ewropayî ji bo berpirsiyariya xwe bidin aliyekî, wek ku însîyatîfekê distînin didin xûyakirin.

Li gora Şemhanî eşkere kir, wî li gel serokê şanda Îranê li Viena hevdîtinek telefonî kiriye û serokê şanda Îranî Cîgirê Wezirê Derve Alî Bakirî eşkere kiriye, ev kar xetimiye û em hatine dawiyê.

Hêjayî gotinê ye, hevdîtinên di derbarê lihevhatina atomî de li gel Îranê, li Vîena berdewam dike û welatên wek Rusya, Çîn, Almanya, Fransa, Britanya tevlî wê dibin. Amerika xwe di dema Trump de ji van hevdîtina vekişandibû, lê niha bi rêya Yekitiya Ewropa tevlî civîna dibe. Di dema ku hevdîtin berdewam dikin, daxuyaniya berpirsê Îranî gelek balkêş hate nirxandin.