Îran li ser peymana atomî: Berjewendiyên me bên dabînkirin, em ê derbasî qonaxeke din bibin
PeyamaKurd – Serokê Wezareta Karên Derve ya Îranê Abdûllahiyan di derbarê peymana atomî de got, ger berjewendiyên me yên aborî bên dabînkirin, em ê derbasî qonaxeke din a lihevkirinê bibin.
Huseyîn Emîr Abdullahiyan û Serokê Karên Derve yê Ummanê Bedr bîn Hamed el-Busaîdî bi rêya telefonê axivîn.
Huseyîn Emîr Abdullahiyan da zanîn ku Îran di danûstandinên Viyanê de ji bo encameke mayinde û baş ciddî ye. Herwiha eşkere kir, li hember bersiva Îranê ya di derbarê pêşnûmaya ji aliyê Yekîtiya Awrûpayê ve hat pêşkêşkirin de, li benda nerîna Amerîkayê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin